Wextekê nezîk, salên 90’a, tevahîya ‘zimanzanên Kurdînezan‘ ê zanîngehên rojavayê bi yêk deng, berê xwe da bûn peytandina ev yêkê kû: “Kurdî ne ziman e”
Mixabin, em jî nucîwanên wan deman bûn. Hindî kû em wan teorîyên beredayê ji televîzyonan u ji pirtûkan -kû zû da ciyên xwe li pirtukxaneya me girti bu-, bibe kû bi bêqirarîya cîwanîyê xwe, hêdî hêdî li fikrên me de jî ‘gûman‘ hat holê.
Ramanê herî navdar ev bû: “Zimanê Kurdî bi rastî tûne ye. Bi wêkêxistina Farsî,Erebî,Turkî zimanekê berhev e”. Heya heya, hin ‘serwextan’ digotin; tê da Flehkî, Îngîlîzî û Rûsî jî heye. Ji ber kû, “kartol” bi rûsî “kartoffel” e, dilop bi Ingîlîzî “drop” e û “mij” jî bi Flehkî “mûş” e. Qed ji bîra min naçê, min ji bona yêke wûha ‘serwext’ re got: Bawo, rast e ! Tê zimanê Kurdî, Çînî ji heye, ji ber kû, bi zimanê Çînî ji wexta ku yêke here ciyekê din, ji wê ra dibêjin: “çu” (rast e, him Kurdî him ji Çînî eynî ye)
Ango, baw û bapîrên me runiştîye kîloyekê Tirkî, qederê nîveka şuşeyekê Erebî, 500 gram jî Farsî têkil hev kirine pêjane û serê jî biçekê beharatên Flehkî reşandine, ev ji bûye Kurdî !
Ez nizanim gelo, hinga ji xeynî Kurdan, tû akademîsyena yê xwedîtirs tûne bû kû bibêje: “Bêaqîlno, li dinyayê numuneya têkilkirina zimanan tenê li Osmanîyan da ye. Wana ji Împaratorî û merkeze kulturên navnetevî bû. Zimanê Osmanî bi berhevbûna, Erebî, Tirkî û Farsî çê bûye. Bi gotina we Kurdî ji bi eynî te’rîf e. Be, çima Kurdî ne mîna zimanî Osmanîyan e”
Hevşibîna Farsî û Kurdî.
Teorîyekê ‘ecêb’ jî doz dikir kû; Kurdî zaravekê (dîyalekt) zimanê Farsî ye. Pirên xweyîyê ev dozê jî ne Kurdî dizanî bûn, ne jî Farsî. Mixabin, hin cîwanên me yên kû di zanîngehan de wêjeya Tirkî dixwendin, doza wan jî wûha bû. Çîye, çune li dersên xwe yên Farsî çend wuşeyên Farsî ku Kurdî dişibe, seh kirine, sibê teorîyêkê wûha hatiye aqilê wan.
Bi rastî demekê, min bi ev teorîyê gelek ecz bûm, û min biryarê destpêkirina fêrkirina Farsîyê da. Bi xebatên qederê imkanê xwe yên li ser Farsî, min dît kû bi gorî gramer û sentaks, çi hevşibîna Kurdî û Farsî tûne ye. Ez şaş mam kû zimê Farsîyê da wuşeyên Erebî qederê xwe pir zêdeye. Bo nimuneyê;
Kurdî |
Farsî |
Erebî |
Tirkî |
Nûha,nehe |
Elan |
El’an |
Şimdi |
Paşê |
Be’d |
Be’d |
Sonra |
Pêşî |
Qebl |
Qebl |
Önce |
Tevi |
Ela Reğm Eyn Ki |
Reğmen |
Rağmen |
Tabîî, meneya evê, ne eve kû “Farsî zimanekê têkîlyek û feqîr e”. Ev hal normal e, bi bandora Îslamîyetê hevrayedana Farsî û Erebî bûye.
Hevşibînekê biçuk ê wuşeyan navbera Kurdî û Farsî jî, ji pismamîya wan tê. Ji ber kû, Farsî û Kurdî ji “Gruba zimanên Indo-Awrupî” ye. Ne tenê Kurdî û Farsî, Ingîlîzî, Latînî,Rusî,Flehkî, Germenî, Katalanî, Romanî, Îtalyanî, Ispanyolkî, Macarî ji ji ev grub e. Gruba Tirkî, “Ural-Altay” e, û grûba Erebî ji “Zimanên Samî” ye.
Zayîna dûyemîn çava bû?
Bi rayedana “vebuna demokratîk” û veguhestina hevkêşeya polîtîk, berê zimanê kurdî jî ve bû. Herçend, tevahîya astengîyê ne rabûye jî lê dîsa serbestîya nivîsîn û weşanê ji bo Kurdî bu zayîna dûyemîn. Baverîya me ev e; bi qiyama xebatên kultûrî, dewlemendîya Kurdî derkeve holê.
Ferhengoka ji bo xwendekarên nûzan ê Kurdî:
Derfet e kû nava xwendewanan me yên nû Kurdî hûra dibe heye. Seba wan min hez kir kû ferhengoka biçuk ji tê li ev nîvîsarê bikim.
Zanîngeh: Ûnîversîte, Zanko Mixabin: Meelesef Gûman: Şûphe Raman: Fikr, Melheze Rayedan: Bandor lê kirin, tesîr kirin. Veguhestin: Degîş bûn Peytandin: Ispat kirin, Delîl anîn |
Flehkî: Zimanê Filehan, Zimanê Ermenîyan Çînî: Zimanê dewleta Çîn Navnetevî: Înternasyonel, Beynelmilel Wêje: Edebîyat Wûje: Kelîme Hevrayedan: Tesîrkirina hev. Du tîştê ku li hev te’sîr dikin Hevkêşe: Dengeya terazîyê |